Rêwîtiya jiyînê bi gavekê dest pê dike
Ji gundewarê Qamîşlî, Celîla Silêman qet nizanibû ku serdaneke sade bo klînîkeke mobîl dê bi tevahî rêça jiyana wê biguherîne… Çîrok li wir dest pê kir, û nexweşiya wê li wir hat dîtin.
Teşhîsa kansera malzarokê, û rêwîtiyeke dermankirinê ya dijwar ku bi dûrahî û lêçûnên rêwîtiyê ve girêdayî bû. Wê dest bi rûniştinên terapiya tîrêjê li derveyî herêmê kir berî ku kemoterapiya xwe li Nexweşxaneya Onkolojî û Talasemiyê ya Heyva Sor a Kurd bidomîne, li wir lênêrîn û şopandina domdar wergirt.
Îro, Celîla di qonaxa çavdêriyê de ye… nêzîktirî jiyanê, û ji nexweşiyê bihêztir.
Lê rê ne hêsan bû, û hîn jî hewce ye ku terapiya tîrêjê li herêmê were peyda kirin da ku êşa gelek nexweşên ku bi heman ceribandinê re rû bi rû ne sivik bike.

