Pêşvebirina paqijiyê li stargehan: Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo kesên koçber berdewam dike.

Bi armanca avakirina hawîrdorêk tendurist û ewle di nav stargehên demkî de, tîma WASH ya Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Meclîsa Koçberên Efrînê, 8 stargehên bi amûr û malzemeyên paqijiyê û çopê pêşkêş kir.