“Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo koçberên li Kerkûkê didomîne.”
Tîmên Heyva Sor a Kurd bi berdewamî xebatên xwe yên mirovahî didomînin, ku di vê çarçoveyê de 526 kes ji malbatên koçber li stargehên penaberan li “girkê Legê” hatin armanc kirin û sêtên xwarinê ji wan re hatin belavkirin.
Ev piştgirî bi dilsozî ji hêla gelê Başûrê Kurdistanê ve, li herêmên Hacî Awa، Pêncwîn û Ranya hatiye pêşkêş kirin
