Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo koçberên li Hesekê didomîne.

Bi piştgirîya desgeha xêrxwazê Karkûkê, Heyva Sor a Kurd dest bi belavkirina paketên xwarinê kiriye li ser malbatên koçber ên li stargehên li bajarê Hesekê.
Ev gav berdewamiyeke kampanyaya ku berê li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê hatibû kirin e û dê belavkirin bidome heta ku hemû malbatên hewcedar werin gihandin.
Bi hev re… em berdewam in ku bigihîjin her kesê ku li benda
alîkariyê ye