Heyva Sor a Kurd piştgiriya darayî dide nexweşên penceşêrê ..
Di 13ê Nîsana 2026’an de, di çarçoveya xebatên me yên mirovahî de, Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Amalê alîkariya darayî bi qîmeta 100 dolar û bi seleya xwarinê pêşkêşî nexweşên kanserê ji koçberên Serêkaniyê li bajarê Hesekê kir.
Di vê rojê de 18 nexweş jê sûd wergirtin û alîkarî dê ji bo mayîn berdewam bike heta ku hejmara giştî bigihîje 29 kesan.
Bi hev re, em li kêleka kesên ku herî zêde hewcedar in dimînin.


