Heyva Sor a Kurd selikên xwarinê li 203 malbatên aware yên li dibistanên Amûdê belav dike

Di çarçoveya xebatên me yên mirovahî yên domdar de, bi piştgiriya Kanal 8, Heyva Sor a Kurd li bajarê Amûdê alîkarî li 203 malbatan ji koçberên ku li dibistanan dijîn belav kir, ku li 10 dibistanan hatin bicihkirin.
Ev gav, berdewamiya kampanyaya belavkirinê ye ku li Qamişlo dest pê kiribû. Em berdewam in ku bigihîjin gelê xwe li her cihî.