Kampanyayeke mirovî li Qamîşlo bi piştgiriya 2,800 malbatên koçber bi dawî bû û belavkirin li deverên din jî berdewam dike.

Bi dawîbûna kampanyaya me ya mirovahî li bajarê Qamişlo, em gihîştin 2800 malbatên ji gelê me yên koçber ên Efrînê, di nav 114 navendên wargehê de li hundirê bajêr.
Di van rojên kampanyayê de, armanca me ew bû ku li kêleka her malbatek ku hewcedar e bin û bi parvekirina selên xwarinê hinek ji giraniyên jiyana rojane sivik bikin, di şert û mercên dijwar de ku gelê me tê de dijîn.
Her wiha em teqez dikin ku alîkarî berdewam e û kampanyaya parvekirina selên xwarinê dê li herêmên din jî bidome: Hesekê, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûdê, Çil Axa û Rimêlan, bi armanca gihîştina herî zêde malbatên koçber û piştgirîkirina wan.
Spas û rêzdariya me ya mezin ji bo hemû aliyên piştgir ku beşdarî serketina vê kampanyayê bûn û ji bo hemû kesên ku di gihandina van alîkariyan de rol girtin.
Bi hev re, em rêyê didomînin… ji ber ku mirovahî na raweste.