Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo kesên koçber bi pêdiviyên bingehîn ên zarokan didomîne.

Bi piştgiriya Komeleya Xêrxwaz a Kerkûkê, tîmê Heyva Sor a Kurd a Sûriyê li stargehên li bajarê Qamişlo şîrê zarokan û pampers belav kirin, di çarçoveya hewildanên me yên berdewam de ji bo piştgirîkirina malbatên koçber û dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên zarokan.
Em bi berpirsiyariya mirovahî berdewam dikin ku li kêleka gelê xwe bin di van şert û mercên dijwar de.