Çalakiyeke kêfê ji bo zarokan li yetimxaneya bajarê Kobaniyê

Bi helwesteke mirovî ya dilgerm…  Tîma Heyva Sor a Kurd ji bo zarokan li Yêtîmxaneya Keskese Sora Alan li Kobaniyê çalakiyek şahiyê li dar xist. Zarokan kêfxweşî girtin û çalakî bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.
Ev înîsiyatîf beşek ji hewldanên Heyva Sor a Kurd e ji bo dabînkirina piştgiriya psîkolojîk ji zarokan re.