Belavkirina nanê belaş li Kobanê didome..
Belavkirina nanê belaş li Kobanê didome
Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê belavkirina nanê belaş li bajarê Kobanê didomîne, ku her roj 1000 girê nan ji malbatên koçber li stargehan tê belavkirin.
Ev çalakî berdewamiyeke kampanyaya mirovahî ye ku berê 7 roj li Hesekê، Qamişlo، Amûdê û Tirbespiyê hatibû meşandin, da ku alîkariya gelê me were kirin û giraniya jiyana rojane ji ser malbatan were sivikkirin.
Em bi hev re didomin ku li her derê ku hewcedarî heye alîkariyê bigihînin.

