Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên li dibistanên penaberan pêlîstokan, germker û danişînên piştgiriya psîkolojîk peyda dike.

Nivîsgeha Parastin û Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd, çalakiyên xwe di hundirê dibistanên Liwa û Saqir Qureyş de berdewam dike. Ev çalakî danişînên piştgiriya derûnî ji bo zarokan li xwe digire, wek: xêzkirin, lîs
tik, xurtkirina baldariyê û çalakiyên valakirina derûnî.
Her wiha, bi piştgiriya rêxistina “Humanity & Inclusion (HI)”, lîstok û sobê li ser dibistanan hatin dabeşkirin, bi armanca dabînkirina jîngeheke ewletir û germtir ji bo zarokên me.