Diyarî û piştgiriya derûnî: Înîsiyatîfek ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve ji bo piştgiriya zarokan
Heyva Sor a Kurd destpêşxeriyeke mirovî wergirt ku tê de belavkirina diyariyan li ser zarokên koçber hebûn. Tîmên me diyariyan li ser zarokên di stargehan de belav kirin, bi vî awayî ken anîn ser rûyê wan û bandorên koçberiyê sivik kirin.
Her wiha piştgiriya psîkososyal ji hêla karmendên me yên pispor ve hat birêvebirin, bi armanca piştgiriya zarokan û zêdekirina hesta ewlehî û aramiya wan.


