Ji ber dorpêça li ser Kobaniyê heta niha pênc zarok mirine.
Ji ber dorpêça li ser Kobanê, heta niha pênc zarok (di nav wan de zarokên şîrmij hene) jiyana xwe ji dest dane. Ev yek ji ber daketina dijwar a germahiyê, nebûna sotemeniya germkirinê û kêmbûna pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn pêk hatiye.
Berdewamiya dorpêçê rîskeke mezin û rasterast li ser jiyana zarok, nexweş û kal û pîran çêdike.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku tavilê destwerdanê bikin ji bo şikandina dorpêçê û dabînkirina sotemenî û kelupelên hawarçûnê, berî ku em canên din winda bikin.
Em teqez dikin ku xebatkar, tîmên me yên hawarçûnê û barhilgirên alîkariyê di amadebaşiya herî bilind de ne ku tavilê tevbigerin û piştgiriya bijîşkî û mirovî bigihînin gelê me yê li Kobanê, her ku rê were ewlekirin.
Her wiha em bang li hemû hêz û aliyên navneteweyî dikin ku zextê bikin ji bo vekirina korîdoreke mirovî ya ewle bêyî ti derengmayînê.



