Koçberbûnek e mezin li bakurê rojhilatê Sûriyê
Bakur-rojhilatê Sûriyeyê rastî pêlek nû ya koçberiya bi darê zorê tê ku bandorê li bi sedan malbatan dike, di nav de yên ku berê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koçber bûbûn. Ev sivîl niha careke din di şert û mercên mirovî yên dijwar de ne, rastî hêmanên xwezayî, baran û sermayê tên.
Pranî Jin û zarokin û bi nebûna stargeh, xwarin, germkirin û lênêrîna bijîşkî re rû bi rû ne, ku rasterast jiyana wan tehdît dike. Berdewamiya van şert û mercan bêyî mudaxeleya lezgîn rê li ber karesateke mirovî ya rastîn vedike.
Em tekez dikin ku ev binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan mudaxeleya mirovî ya tavilê û lezgîn ji hêla Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî ve hewce dike. Her wiha em daxwaza rawestandina tavilê ya êrîşan li ser bakurê rojhilatê Sûriyeyê û rêzgirtina ji prensîbên qanûna mirovî ya navneteweyî û parastina sivîlan dikin.
Bêdengiya civaka navneteweyî li hember van bûyeran êşa mirovên bêguneh zêde dike û berpirsiyariyek exlaqî û qanûnî dixe ser milê civaka navneteweyî ku sivîlan rizgar bike û vê krîza mirovî ya berdewam rawestîne.

Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!