71 civînên hişyarkirinê wekî beşek ji kampanyaya dijî tundûtûjiyê

Di çarçoveya kampanyaya ji bernameya 16 Rojên Çalakiyê li dijî Şîdeta li ser jinê û bi hevrêziya rêxistinên civaka sivîl û Desteya Jinan, Beşa Piştgiriya Psîkolojîk a Heyva Sor a Kurd 71 rûniştinên hişyariyê û piştgiriya psîkososyal li kampên Al-Hol û Waşokanî û navendên me yên cûrbecûr li dar xist. Bi armanca hişyariyê li ser şîdeta li ser bingeha zayendî û zorbaziya serhêl zêde bikin.
Di kampanyayê de 327 sûdmend beşdar bûn, di nav de 299 jin û keç. Rûniştinan ev tişt di nav xwe de girtin:
✨ Atolyeyên hişyariyê
✨ Çalakiyên înteraktîf ji bo pêşxistina bawerî û parastina dîjîtal
✨ Rûniştinên piştgiriya psîkososyal a takekesî û komî
✨ Parvekirina peyamên hêvî û hêzdarkirinê
Em bi baweriya jinan bi me û bi hevkariyên ku şiyana me ya parastina civakê û avakirina hawîrdorek ewletir ji bo her kesî xurt dikin serbilind in.
….
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *