Bersiva me Berdewam e Tevî Zehmetiyan

Tevî şert û mercên hewayê yên dijwar, tîmên me yên bijîşkî û alîkariyê li bajarên Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê ji bo bicihanîna erkê xwe dixebitin. Em her de dixebitin û piştgirî û alîkariyê didin malbatên ku ji ber lehiyê û barana dijwar bandor bûne.
Ewlehiya gelê me pêşîniya me ya sereke ye.

Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo kesên koçber bi pêdiviyên bingehîn ên zarokan didomîne.

Bi piştgiriya Komeleya Xêrxwaz a Kerkûkê, tîmê Heyva Sor a Kurd a Sûriyê li stargehên li bajarê Qamişlo şîrê zarokan û pampers belav kirin, di çarçoveya hewildanên me yên berdewam de ji bo piştgirîkirina malbatên koçber û dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên zarokan.
Em bi berpirsiyariya mirovahî berdewam dikin ku li kêleka gelê xwe bin di van şert û mercên dijwar de.

Heyva Sor a Kurd civîneke çapemeniyê hat li dar xistin û rewşa zêdetirî 60,000 koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Heyva Sor a Kurd di konferansek çapemeniyê de rewşa zêdetirî 60,000 koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê şirove kir, ku di şertên dijwar de dijîn.
Wê herwiha bal kişand ser berdewamîya alîkariyên mirovahî, û bang li zêdekirina piştgiriyê û çareseriyek mayînde kir ku vegerandina ewleh û bi rûmet a koçberan pêk bîne

Bi piştgiriya United Aid, sepetên xwarinê li malbatên koçber hatin belavkirin.

Bi piştgiriya rêxistina United Aid, tîmên Heyva Sor a Kurd selkên xwarinê li ser malbatên koçber ên li Qamişloyê belav kirin, di çarçoveya hewildanên me yên berdewam de ji bo sivikkirina zehmetiyên wan û dabînkirina hewcedariyên bingehîn.