71 civînên hişyarkirinê wekî beşek ji kampanyaya dijî tundûtûjiyê

Di çarçoveya kampanyaya ji bernameya 16 Rojên Çalakiyê li dijî Şîdeta li ser jinê û bi hevrêziya rêxistinên civaka sivîl û Desteya Jinan, Beşa Piştgiriya Psîkolojîk a Heyva Sor a Kurd 71 rûniştinên hişyariyê û piştgiriya psîkososyal li kampên Al-Hol û Waşokanî û navendên me yên cûrbecûr li dar xist. Bi armanca hişyariyê li ser şîdeta li ser bingeha zayendî û zorbaziya serhêl zêde bikin.
Di kampanyayê de 327 sûdmend beşdar bûn, di nav de 299 jin û keç. Rûniştinan ev tişt di nav xwe de girtin:
✨ Atolyeyên hişyariyê
✨ Çalakiyên înteraktîf ji bo pêşxistina bawerî û parastina dîjîtal
✨ Rûniştinên piştgiriya psîkososyal a takekesî û komî
✨ Parvekirina peyamên hêvî û hêzdarkirinê
Em bi baweriya jinan bi me û bi hevkariyên ku şiyana me ya parastina civakê û avakirina hawîrdorek ewletir ji bo her kesî xurt dikin serbilind in.
….

salvegera 13emîn a Heyva Sor a Kurd

Di salvegera 13emîn a Heyva Sor a Kurd de, em vê rêwîtiya mirovî pîroz dikin ku di sala 2012an de dest pê kir û sal bi sal mezin dibe.
13 sal xebata berewam, bersivdayîna rewşên awarte, piştgiriya nexweşxane û navendên tenduristiyê, parastina jîngehê û di her şert û mercî de em li kêleka gelê xwe bûn.
13 sal ku nav de Heyva Sor a Kurd xwe îspat kiriye ku ji rêxistinek tenê bêtir e… ew pabendbûnek, hestek aîdiyetê û giyanek bêdawî ya hevgirtinê ye.
Spasiya me ya kûr ji tîmên me yên bijîşkî, paramedikan, dilxwaza û her kesê ku beşdarî vê rêwîtiyê bûye re.
Bi hêviyên ku Heyva Sor a Kurd her sal xurttir be, nêzîkî gel be û bikaribe cûdahiyek çêbike.