Konferansa Heyva Sor a Kurd li ser rewşa jiyanî û mirovî li Suweydayê

Heyva Sor a Kurd îro bi beşdariya dezgehên ragihandinê konfaranseke çapemeniyê li dar xist da ku rewşa jiyanî û mirovî ya li Suweydayê, dorpêça berdewam a herêmê û sedemên ku rê li ber gihandina alîkarî û xizmetguzariyên mirovî digirin hate şîrovekirin.
Hevserokên Heyva Sor a Kurd, Hediya Abdullah û Dilgêş Îsa, beşdarî konferansê bûn û pirsgirêkên herî girîng destnîşan kirin. Peyamên ji niştecihên Suweydayê jî hatin pêşkêş kirin, ku aliyên êşên wan ên rojane nîşan dan.

Çavên me li ser rê ne..

Li ser rêya “diwelî”, bi taybetî li Xala “Tahunê”, tîma Heyva Sor a Kurd 24 demjimêran amade ye ku di her kêliyê de bersiva her bangek awarte bide.
Ev xala kêleka rê ne bi tenê ye , xalên me yê din jî li ser rêya Hesekê (Xala orkêş) û li ser rêya Reqayê (Xala Sabah el-Xeyr) hene.
Xalên me yên li ser rê dirêjkirina pabendbûna me ya mirovî ya nêzîkî gel in, ji ber ku her deqe girîng e.
Ji bo gihîştina me: Hejmarên awarte yên Heyva Sor a Kurd ên li jêr bikar bînin:
📞 Hejmarên Awarte:
📞 0935288541
📱 WhatsApp: 0996877447
📱 WhatsApp: 0932125933

Heyva Sor a Kurd amadekarya pêşangehek xêrxwazî ​​ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêr û talasemiyê

Her tabloyek nameyeke…
Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên bi penceşêr û talasemiyê hazirtiya pêşangehek xêrxwaziyê dike, bi beşdariya zarokên hevalên jiyanê, da ku êşê veguherîne rengan û êşê veguherîne hevgirtinê.
Hemû alîkarya pêşangehê dê ji bo piştgiriya dermankirina zarokên bi penceşêr û talasemiyê û dabînkirina dermanên pêwîst were veqetandin.
Em li hêviya dîtina we ne roja Pêncşemê, 20ê Mijdara 2025an, li Parka Azadî li Qamîşlo, ji saet 5:00 PM heta 9:00 PM.
Werin û bi hev re bibin beşek ji şîfayê…