Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê bi dawî kir.

Di Meha Pembe de Nexweşxaneya Onkolojî û Talasemiyê – Heyva Sor a Kurd bangewazî jina dike ku pişkinîna zû jiyanan te diparêze. Bi gaveke hêsan a îro, hûn dikarin xwe û pêşeroja xwe biparêzin.
Bi boneya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê, tîmên piştgiriya psîkososyal a Heyva Sor a Kurd ji 10ê heta 16ê Cotmeha 2025an kampanyayek meydanî pêk anîn, ku neh cihan vedihewîne:
Tel Temer, El-Hol 1, El-Hol 2, Ebû Xeşeb, Ma’beda, Waşokanî, El-Şedadê, Klînîka El-Reşîd li Reqayê, û kampên koçberan.
Armancên Kampanyayê:
* Bilindkirina hişmendiyê li ser tenduristiya derûnî û girîngiya wê
* Pêşkêşkirina piştgiriya psîkolojîk a rasterast û destwerdanên destpêkê
* Avakirina hawîrdorek diyalogê ya ewle
* Kêmkirina stîgmaya bi nexweşiyên derûnî ve girêdayî
* Çavdêrîkirina pêdiviyên psîkolojîk ên civakê
Zêdetirî 275 sûdmend beşdarî 57 rûniştinên hişmendî û piştgiriya psîkolojîk bûn.
Peyama me: Tenduristiya derûnî mafek ji bo her kesî ye, û piştgiriya psîkolojîk bi qasî xwarin û dermanan pêwîst e.
Ji ber ku hûn girîng in, dudilî nebin ku alîkariyê bixwazin.
Xalên me li vir in ku xizmeta we bikin.

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
info.krc@hskurd.org
hr.hskurd@hskurd.org
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
