348 kesan ji kampanyaya “Guhertina Helwestan li hember Xwekuştinê” sûd wergirtin

Bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanî – 10ê Îlona 2025an, Heyva Sor a Kurd li navendên piştgiriya psîkolojîk kampanyayek hişyariyê ya neh rojî bi dirûşmeya “Guhertina têgihîştina serdest a xwekuştinê” da destpêkirin. Armanca kampanyayê şikandina damxeya civakî ya li dora vê mijara hesas, rastkirina têgihiştinên xelet û baştirkirina gihîştina xizmetên piştgiriya psîkososyal bû.
Kampanya li navendên li Hesekê (Şedadî, Hol, Waşokanî û Tel Temr), Qamîşlo (Ma’bade) û Dêra Zorê (Ebû Xeşeb) hate bicîhanîn. Di nav de rûniştinên hişyariyê yên takekesî û komî, belavkirina weşanên zanistî, pêşangehên perwerdehî û parvekirina çîrokên jiyana rastîn ên kesên ku ji xwekuştinê rizgar bûne ji bo belavkirina hêviyê hebûn.
348 sûdmendên rasterast hatin gihîştin, di nav de 56 mêr û 292 jin. Wan spasiya xwe ji bo rûniştinan diyar kirin, ku ji wan re bû alîkar ku xwekuştinê wekî diyardeyek psîkolojîk a bi tecrîd û stresê ve girêdayî fam bikin û fêr bûn ka meriv çawa alîkariyê dixwaze û piştgiriyê dide yên din.

Hevalên Talasemiyê

Ji dilê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd hevalên thlasimya yê ji mere dibêjin:
“Piraniyê nexweşiyan em ji bo saxlemiyê li himber wan şer dikin, lê nexweşiya talasemiya divê em pêre bibin heval da ku em jiyana xwe kêfxweş bidomînin”.
Ev zarok ne tenê bi nexweşiya xwe re jiyan dikin, di heman demê de evîn û hêviyê di nav hemî nexweşan de belav dikin.
Di beşa Talasemiyê ya HeyvaSoraKurd wateya hêzê di dostaniyê de ye û wateya jiyanê jî di hêviyê de ye.

Belavkirina alîkariyên mirovî li ser koçberan

Heyva Sor a Kurdî berdewam dike bi xebatên xwe ya mirovahî, bi belavkirina seletedên xwarinê ji bo koçberên ji Serê Kaniyê ku niha li nav navenda penaberiyan li Hesekê dijîn.
Belavkirin li ser 37 dibistanên ku wekî navenda penaberiyan hatine tayîn kirin hate xebitandin, û ji wê re zêdetir ji 1300 malbatan bihesir dikin. Amanca vê pêşxistina, kêmkirina giraniya li ser malbatan ê koçber û piştrastkirina hewceyên bingehîn wan di van mercên dijwar de ye.
Heyva Sor a Kurdî dîsa jêder dike ku dê bi berdewamî alîkariya mirovahî pêşkêş bike, li gorî rêya xwe ya mirovahî ji bo xizmetkirina kesên hewce û kêmkirina êşên wan.

Piştgiriya nexweşên penceşêrê li Swêdê

Gelê Swêda bi kêmasiya xizmetên bingehîn û dermanan jiyana xwe bi dijwarî derbas dikin. Ji ber ambargo yê, Peydakirina dermana û tedawiyê pir zehmet buye, çimkî amûr û alav ên tenduristî xirab bûne ji ber şer.
Di vê rewşê de, Heyva Sor a Kurd destê Alîkariyê dirêj dike ji bo kesên herî metirsî ser jiyana wan heye, wek nexwşên penceşêrê ku ew tedawiya xwe niha dibînin li Navenda Emel ya tenduristî de, ji ber ku ew heta niha nikarin dervî herêmê derkevin. Ev piştgirî bûye hêvîyek ji bo wan di vê rewşa dijwar de.

Projeya Av û Jîngehê: Ber bi Perwerde û Tenduristiya saxlem ve

Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya “Area Metropolitana de Barcelona (AMB)”, Projeya Av û Jîngehê ji bo Civak û Navendên Perwerdehiyê di sala 2024/2025 an de bi dawî kir.
Di vê projeyê de:
• Nûjenkirina 15 baxçeyên zarokan li Kantona Cezîrê û du dibistanên li Şahbayê.
• Xebitandina bîrek li taxa “qenat El swês” bi pergala enerjiya rojê ji bo dabînkirina ava paqij û dabînkirina avê ji heft baxçeyên zarokan re bi rêya tankeran li Qamîşlo.
• Piştgiriya Komeleya (keziyên Kesk) bi alavên baxçevaniyê û perwerdehiyê ji bo karanîna li 80 dibistanên Qamîşlo.
Ev proje gavek serkeftî ye ber bi jîngehek perwerdehiyê ya domdar temsîl dike û pabendbûna Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya civakê nîşan dide.