spasname
Ji bilî xizmetên tenduristiyê ku ji koçberên #Şehba û #Til_Rifatê re têne pêşkêşkirin, Rêxistina #Heyva_Sor_a_kurd dest bi pêşkêşkirina alîkariyê dike . Îro piştî wegirtina hejmarên malbatên ku li bajarê Hesekê dimînin, tîmên me pêdiviyên bingehîn ên wekî pambirzên zarokan, şîrê zarokan, pakêtên paqijiyê li 144 malbatên koçber belav kirin.

Ji ber girîngiya sektora av û paqijiyê di dema qeyranan de, tîma Heyva Sor a Kurd a WASH ji bo penaberên #Heleb û #Şehbayê nirxandina yekem depstpê kirin. Di van nirxandinan de destwerdanên awarte di bersivdayîna mirovî di nav sektora avê û paqijiyê de hatin diyarkirin. Di nava tedbîran de têstên ji bo şopandina kalîteya avê, tespîtkirina pêdiviyên paqijiyê hebûn ,Her wiha agahî û lîste bi rêxistinên hevkar û Ofîsa Karûbarên Rêxistinan re hatin parvekirin bi armanca kêmkirina êşa penaberan û lezgînbuyîna pêkanîna mudaxaleyan.

Hûn jî dikarin bi Miletên me yên Koçberbûne ji Şehba (Til rifat) û Helebê alîkarbin di riya Hevkarên me li Europa ser vî lînkî
Ji bo pêşwazîkirina şêniyên ku derbasî noqteyên pêşwazîkirinê li bajarê Reqayê dibin, Tîmên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe ji bo danîna konên demkî didomînin. Lê belê ev hewldan ji ber zêdebûna hejmara penaberan û asta bilind a pêwîstiyê, rastî zehmetiyên mezin tên û ev hewldan ji bo bicihanîna pêwîstiyên her kesî têrê nake.



Ji bo piştgiriya bersivdayîna lezgîn û lênihêrîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên gel ên ji ber karîsetên xwezayî bandor dibin , rêxistina Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Medico International û hevkariya gelek desteyên herêmî kampaniya xwe ya berfireh ji bo pêşkêşkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomîne û Bi vê yekê hejmara kesên ku tevlî perwerdeya alîkariya yekemîn bûne 3987 kesin û 1068 kes ji perwerdeyên berevaniya sivîl .
Kampaniya ku armanca wê perwerdekirina zêdetirî 10,000 kesî li ser piştgiriya bingehîn a jiyanê, pilansazî û amadekirina ji bo rûdana karîsetan û krîzên xwezayî û sivikkirina bandorên wan, alîkariya di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, valakirin û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst a tibî di kêliyên zordar de bi armanca kêmkirina ziyanên canî û madî, wê heta dawiya Cotmeha 2025’an dewam bike.


Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
info.krc@hskurd.org
hr.hskurd@hskurd.org
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
