Îro hejmarek ji bexşvanên dilxwaz xwîn ji bo Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a ji bo Onkolojî û Talasemiyê bexş kirin, bi vî awayî bersiva banga mirovî dan û pabendbûna xwe ya ji bo piştgiriya zarokên nexweş nîşan dan.
Em spasî û teqdîra xwe ya dilsoz ji her kesê ku beşdarî belavkirina hêvî û bexşandinê dibe re diyar dikin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/656423825_1233604228934874_5680313188558934227_n-1.jpg11502048user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-26 11:30:482026-03-26 11:30:48Înîsiyatîfeke mirovî ji bo piştgiriya zarokên bi nexweşiya penceşêr û talasemiyê bi rêya bexşandina xwînê.
Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, tîmên Heyva Sor a Kurd li gundên derdora Kobanê şîr û “bambers” ji bo zarokan belav kirin. Ev belavkirin li van gundan hat kirin:
• Darbazin Horan
• Darbazin
• Tifşo
• Bir Qadir
• Cort
• Elîwî
• Grazê
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/659695775_1233519928943304_2496562775053772547_n.jpg20481536user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-25 11:37:422026-03-25 11:37:42Belavkirina şîr û pêçikên zarokan li gundewarê Kobaniyê bi piştgiriya mirovî berdewam dike.
Tîmên me yên meydanî, ji ber baweriya me bi erkê ku di her şert û mercî de li kêleka gelê xwe bisekinin, bi dabînkirina alîkariyê û dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn, piştgiriya malbatên koçber ên ji Resûlêyn û Efrîn ên li Hesekê dikin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/633505198_1203257158636248_8422840867162292056_n.jpg15362048user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-05 13:21:202026-03-05 13:21:20Tîmên me yên meydanî piştgiriya malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê û Efrîna ku li Hesekê dijîn dikin
Rêxistina Almanî Kazim E.V. piştgiriyeke girîng a bijîşkî da nexweşxaneya penceşêrê ya Heyva Sor a Kurd, dermanên kîmyoterapî yên taybetî ji bo nexweşên penceşêrê dabîn kir.
Ev piştgirî di demekê de tê ku hewcedariya bi dermanên taybetî zêde dibe, dibe alîkar ku barê nexweşan û malbatên wan sivik bibe û berdewamiya dermankirinê di nav çavkaniyên berdest de misoger bike
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/636760760_1203103501984947_6533713487887850976_n.jpg13652048user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-05 12:17:282026-03-05 12:17:28Heyva Sor a Kurd ji piştgiriya Kazim E.V. ya Alman sûd wergirt
Tevî dijwarîyên ku ji ber dorpêçkirinê zêde dibin, Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên mirovî didomîne, klînîka xwe ya gerok li Kobaniyê çalak kiriye da ku xizmetên bijîşkî yên acîl û lênêrîna seretayî ji niştecihan re peyda bike.
Ev gav wekî beşek ji bersivek bilez ji bo hewcedariyên tenduristiyê yên ku zêde dibin û ji bo misogerkirina berdewamiya radestkirina xizmetan ji bo kesên hewcedar.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/629743494_1201194145509216_3250816193504128989_n.jpg1000750user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-05 11:03:022026-03-05 11:03:02Tevî zehmetiyan bersiva tenduristiyê bi rêya klînîka me ya gerok li Kobaniyê berdewam dike
Tîmên me yên alîkariyê hewlên xwe ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên kesên ku ji Efrîn, Serê Kaniyê û girê sipî
hatine koçberkirin, li bajarên Qamîşlo, Hesekê, Dêrik û Amûdê didomînin.
Em spasiya xwe ya kûr ji her kesê ku beşdarî vê hewildanê dibe re pêşkêş dikin. Piştgiriya we van hewildanên mirovî hewcedar dike
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png00user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-05 10:45:192026-03-05 10:45:19Tîmên me yên alîkariyê ji bo dabînkirina pêdiviyên koçberên hewlên xwe didomînin.
Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd alavên bijîşkî yên taybet ji Nexweşxaneya Gel a li Qamîşlo re bexş kirin, ku bi qasî 200,000 dolarî ye.
Armanca vê alîkariyê ew e ku piştgiriyê bide saziyên bijîşkî da ku hewcedariyên zêde û xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan û koçberan peyda bikin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/624841014_1191387216489909_1611825118821074517_n.jpg10661600user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-04 11:26:482026-03-04 11:26:48Heyva Sor a Kurd alavên bijîşkî yên nûjen dide Nexweşxaneya Gel a li Qamîşlo.
Tîma Hesekê ya Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên xwe yên gerok xizmetên bijîşkî û mirovî ji bo xelkê me yên koçber peyda dikin.
Klînîka Jinan
Klînîka Giştî (Tenduristiya Hundirîn/Pedîatrî)
Rûniştinên Piştgiriya Derûnî.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/632711591_1201491615479469_3317696494194008597_n.jpg20481536user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-03 14:08:502026-03-03 14:08:50Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok xizmetên xwe yên bijîşkî berdewam dike.
Bi piştgiriya rêxistina medico international, 6 klînîkên gerok ji bo pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî yên giştî tên xebitandin. Ev klînîk rojane diçin navendên vegirtina penaberên Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, li bajarê Qamişlo û gundewarên wê, her wiha li bajarokên Amûdê û Tirbespiyê.
Armanca vê destpêşxeriya han ew e ku xizmetên tenduristiyê yên bingehîn bigihînin çînên herî kêmderfet ji niştecihên koçber, bi riya gihîştina rasterast bo cihên wan ên rûniştinê yên demkî. Ev hewildan pabendbûna rêxistinê nîşan didin ji bo dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê yên lezgîn ji bo koçberan û kêmkirina barê li ser pergala tenduristiyê ya herêmî.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png00user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-03 13:08:482026-03-03 13:08:48(6) Klînîkên gerok ji bo dabînkirina xizmetên bijîşkî yên giştî
Bangek ji tîmê Heyva Sor a Kurdî li Kobanê bo rêxistinên mirovahî û bo Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî bi rêberiya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan, Barham Salih:
Bajarê Kobanê û gundewarên wê ji çend rojan ve di bin kampanyayek leşkerî ya tund û dorpêçkirineke giran de ne, ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya li Şamê . Tevî ku agirbest hate ragihandin, dorpêçkirin hîn jî berdewam e û qutkiria hewcedariyên bingehîn ên jiyanê ji aliyê van koman ve tê kirin .
Av, sotemenî û xwarinên bingehîn ji sivîlan hatine qutkirin, ku ev rewş bû sedema koçkirina hejmareke mezin ji malbatan bo nav bajarê. Gelek ji wan neçar in li derve an jî di erebeyên xwe de razên. Herî dawî jî înternet û amûrên têkiliyê li ser bajar hatine qutkirin.
Rewşa mirovahî pir girane e û bîranînên êşdar ên gelê Kobanê vedigerîne, dema ku bajar berê ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ve hat dorpêçkirin.
Em ji we dixwazin ku bi awayek bilez dest pê bikin û erkên xwe yên mirovahî û exlaqî li hember bajarê Kobanê û gelê wê bi cih bînin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2026/03/618809254_1183190350642929_5401222983079782706_n.jpg640512user55https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.pnguser552026-03-02 14:13:022026-03-02 14:13:02bangewazî ji tîma Heyva Sor a Kurd li Kobanî ji rêxistinên mirovî re