Xizmetên jinan li bajarokê El-Sûr


Gihîştina xwarindaneke pêwîst û girîng ji zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin
Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)
Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina xizmeta tendurstî ya seretayî û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî û zarokên nû ji dayîk buyî cihê herî bingehîn digrin.
Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .
Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên me yên tendurstî de çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir ji jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.
Ji ber ku tenduristiya zarokên penaber li hemû kampan ji bo me giring e, tîma perwerdeya tenduristî ji bo zarokên dibistanan li kampa Newroz ya girêdayî bajarê Dêrikê, kampaniyeke hişyarkirinê derbarê spiyên seriyan û awayên parastin û dermankirina wan lidarxist û pêdiviyên tenduristî ji wan re pêşkêşkir.
Nevegera penaberên kampan ji warên xwe re heta niha, wan neçar dike ku bi rewşen cûda re hîn bibin çi di demsala havînê yan zivistanî de be , tiştê ku me dikşîne berdewam kirina piştgirîya kampên penapêran û pêşkêş kirina xizmetên tenduristî , alîkarî û Hişmendî ji bû wan ku tîmen me yên hişiyarbuyîna tendurstî li kampa Waşokanî (Tûr mêş) yên ku wan ji pêşiyan diparêze û di dema havînê de belavdibin ,herwiha hişiyarkirina ji van mijaran û çawaniya parastina bi hevkariya rêxistinên Rojava û Akted







Xizmetên lênerîna tenduristî ya seretayî li gor hewcedariyên kes, malbat û civakan ji bo çareserkirin û refahiya tenduristî di milê laşî, derûnî û civakî yên berfireh bi hev ve girêdayî ye, ku lênerîna kesan bi giştî û bi hemû hewcedariyên tenduristiyê di hemû jiyanê de, ne bi komek nexweşiyên taybetî re sînorkirî ye
Lênêrîna tenduristiyê ya seretayî wergirtina kesan ji miqatebûna berfireh re misoger dike, di nav de şêwirdarî, pêşîlêgirtin, dermankirin, nûavakirin û lênihêrîna nazik, ya ku di çareserkirina sedem û metirsiyên sereke yên tenduristî û paşketinên wê di dema niha de, mijûlbûna bi zehmetiyên ku di pêşrojê derkevin tehdîd dike, her wiha kêmkirina pejirandinên nexweşxaneyan û bidestxistina armancên pêşketina domdar ên têkildarî tenduristî û vegirtina tenduristiya gerdûnî.

Heyva Sor a Kurd li ser bingeha van têgehên tenduristiyê yên bingehîn ên girêdayî vê sektorê û li gorî hewcedariyên heyî, beşeke mezin ji xizmetên xwe ji bo peydakirina lênihêrîna seretayî bi kar tîne, bi riya 45 xalên tendurstî li bajar, kamp, nexweşxane û klînîkên gerok li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya beşên (hişmendiya tenduristî – klînîkên navxweyî, jin û zarok – ji daykbûna xwezayî – leşmaniya – laboratuwar û analîz – klînîkên derûnî yên seretayî yan piştgiriya derûnî – ambûlans û lezgîn)
Navenda Minbicê jî dibe mînakeke zindî,ku zêdî 3 salan lênerîna tenduristiyê ya seretayî ji gelê Minbicê û gundewarê wê re pêşkêş dike. Xanim Malik Qassem – seroka tîmê – hin berhemên vê navendê kurt kir û anî ziman:
Li welatên pêşkeftî navendên bi vî rengî xizmetên refahî yên tenduristiyê didin, lê ji ber rewşên me yên awarte yên niha, ev navend lênihêrîna tenduristî berfirehtir pêşkêş dikin, û ev e ya ku me bi erkên zêdetir bar dike.
Di van çend mehên derbasbûyî de Bi belavbûna nexweşiya Laşmaniya re li her du kampên Hol û Waşokanî û bajarê Til Temîrê, tîmên perwerdeya tenduristiyê hemleyên xwe yên hişmendiya endurstî zêde kirin û bi rêya pênasekirina nexweşiyê û çawaniya dermankirina wê û parastina jê ,her wiha hişiyarkirina nexweşan ji bo hebûna dermankirinê li noqteyên Heyva Sor a Kurd
![]()

![]()

![]()
Bi hevkariya Desteya Tenduristiyê, Navenda Kovîd19 a Heyva Sor a Kurd ji bo rewşên gumankirî û navîn hat veguhezîn û tevî nexweşxaneya “Îadatên Şamel” a Covid 19 li bajarê Reqayê bû, nexweşxana ku herî dawî hat vekirin beşên “Triage- têst – rewşên tekez – rewşên gumankirî – Lênihêrîna giran” pêşwazî dike.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
