Tîmên perwerdiya tenduristiyê li ser kolera perwerde dibin
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarPiştî derketina çend rewşên (Kolêra) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgeha bernameya perwerdeya tenduristî li ser çend tedbîran derbarê nexweşiyê û parastina jê kar dike, di rêya perwerdekirina hemû tîmên perwerdeya tenduristiyê li hemû navendên Heyva Sor a Kurd ji bo destpêkirina kampaniyên rênîşankirin û perwerdekirina nexweşiyê ji hemî sûdmendan re li ser awayên gertina nexweşiyê , parastin û dermana wê.



ji bo bilindkirina şiyanên karmendên pizîşkî di warê nexweşiyên jinan û ji dayikbûnê de nîqaşê bû
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarÎro û bi kordîneya nivîsgeha bernameyên pizîşkî , bi amadebûna 34 qabîle û pizîşkên di warê nexweşiyên jinan ji tîmên Heyva Sor a Kurd diyalog hat vekirin û çend mijar hatin nîqaşkirin, yên herî girîng.
(Pênaseya ji dayikbûnê – Berzayîn – Lezandina anînê – Şîretê piştî ji dayikbûna xwezayî – Çima dayik dixwazê zayîna qeyserî (zirarên û dermankirna wê ) Xûnçûna sê mehên pêşî ji dayikbûnê û sedemin wê , parastin û dermankirin- pênaseya Mısoprostol û dermankirna wê ) ji bu bilenkirina asta kar di van beşande.




şîrê daiykê û tendurustiya zêdebûnê
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarJi ber ku tendirustiya dayik û zarokan ji bo me giring e, tîma perwerdeya tenduristiyê li kampa Waşokanî dest bi kampanya hişmendiyê li ser şîrê daiykê û tendurustiya zêdebûnê kir û berdewam e heya ku kampe bi tevahî bê kontrol kirin , ji ber ku tê zanîn şîrê dayikê ji bo zaroka xwarina herî girîng e, ew hatiya çêkirin ku ji bo mezinbûneke tendurist hemî xurekan peyda dike, û ji ber ku tenduristiya zêdebûnê beşeke bingehîn ji tenduristiya giştî ye ku asta tenduristî ya jin û mêran di temenê zêdebûnê de nîşan dide.
#Heyva_Sor_a_Kurd


Nexweşiya gurçikan… Çîrokên hêviyê li ber êşê
/in Tenduristî/by SozdarNexweşiya gurçikê salane dibe sedema mirina bi hezaran, belkî jî bi milyonan kesan, li seranserê cîhanê ku hêdî hêdî karên gurçikê winda dibe û dibe ku karê wê raweste, lewra navendên me yên Heyva Sor a Kurd salane nêzî 5 hezar nexweşên gurçikan digirin, ku yek ji wan nexweşên serkeftî apê Mihemed Elî Emîn Ezîz bû ê 72 salî yê ku ji gundewarên Serêkaniyê li kampa Talaa koçber buye.
Kampaniya nexweşiya zikçûn li Waşûkanî û El-Telaa
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarLi gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, êşa îshal(zikçûn) sedema duyemîn a mirina zarokên di bin pênc salî re ye, ku her sal digihîje nêzî 1,5 mîlyon zarok û ji ber ku tenduristiya penaberên kampan ji bo me giringe tîmê hişmendiya tendurstî kampaniyê hişiyarbuyînê li ser nexweşiya zikçûnê berdewam dike, ku li kampên Waşûkanî û El-Telaa di 22-6-2022 de dest pê kiriye û berdewam e heya ku her du kamp bi tevahî bên kontrol kirin.

Xizmetên jinan li bajarokê El-Sûr
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by Sozdar

Lênihêrîna dayik û zaroka wê Pêşiyê xizmeta me ye
/in Çîrok, Parastin, Tenduristî/by SozdarGihîştina xwarindaneke pêwîst û girîng ji zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin
Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)
Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina xizmeta tendurstî ya seretayî û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî û zarokên nû ji dayîk buyî cihê herî bingehîn digrin.
Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .
Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên me yên tendurstî de çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir ji jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.
Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .
/in Geşepêdan, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by SozdarTenduristiya zarokan berpirsyariya me ye
/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarJi ber ku tenduristiya zarokên penaber li hemû kampan ji bo me giring e, tîma perwerdeya tenduristî ji bo zarokên dibistanan li kampa Newroz ya girêdayî bajarê Dêrikê, kampaniyeke hişyarkirinê derbarê spiyên seriyan û awayên parastin û dermankirina wan lidarxist û pêdiviyên tenduristî ji wan re pêşkêşkir.
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
