Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê
Gelinin hedefi
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê
Gelinin hedefi
Ji ber ku peydakirina xizmet û lênihêrîna tenduristî û pizîşkî ya berdest e xaleke serekeye, taybet li deverên herî dûr jî, klînîkên Navenda Heyva Sor a Kurd (hundirîn – jin – zarok- rewşên awerte) li kampa Ebû Xeşeb ku li gundewarê bakurê rojavayê Dêrezorê dikeve ,xizmetên xwe pêşkêş dikin. ji bilî peydakirina dermanan ji dermanxaneyê û pêşkêkêşkırına hışyarıya tenduristiyê ji hêla ekîba wê , her wıha ambûlans ji bo her acîlekî di amadebaşiyê de ne.



Di Meha Pembe de danasîna penceşêra pêsîrê li kamp û navendan didome
Meha cotmehê wekî meha pembe tê binavkirin, û ew mehek e ku tê de kampanyayên tenduristiyê hewildan ku piştgiriyên pêwîst pêşkêş dıbın ji bo hişyarkirina metirsiya penceşêra pêsîrê û perwerdekirina derbarê pêşîlêgirtina wê.
Di çarçoveya vê hewldanê de, ekîbên perwerdehiya tenduristiyê kampanyayên hişyariyê li ser penceşêra pêsîrê tevî belavokan ku pêşkêşî jinên kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku wan li ser vê nexweşiyê û çawaniya naskirina wê jı destpêkê de têghîştî bıbın, ji bilî tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina wê, bi serdanên li hundirê konan, her wiha dema serdana wan jınan lı navendên Heyva Sor a Kurd ku li her kampan hene.
hedefgirtina herêmên sivîl pirê caran dibe encama gelek windahî û birîndariyên giran di nava sivîlan de û piştî topbarana bêserûber ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî binsazî û herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4 -10 – 2023’an de ku çend rojan dewam kir, gelek qurbanî û birîndar bûn, yek ji wan jî Fereh a çardeh salî bû ku ji gundê xwe El-Xeybiş ê girêdayî Til Temîrê tevî dê û bavên xwe koçber bûn dema bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, û ew herêm dihat topebaran kirin.
Careke din toparan pey wê ket dema wê li gundê El-Bişêrya ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê alîkarya dayika xwe di komkirina pembo de dikir rokêtek di 5-10-2023an de li wan ket û di encamê de herdû lingên xwe winda kir .
Ferah ji milê tîma rewşên awarte û lezgîn ve ya Heyva Sor a Kurd li Dirbêsiyê hat rakirin ji nexweşxaneyekê re li bajarê Hesekê û tîmeke bijîşkî girêdayî Heyva Sor a Kurd ku ji bijîşkê hestî , fizyoterapist û ekîbeke piştgrya derûnî pêk tê hate erkdarkirin ku rewşa tedawî kirina wê bişopînin û piştevaniya wê bikin heta avakirina protezên jêrîn ji bo wê û bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh
Penceşêra pêsîrê di cîhanê de yek ji kansera herî berbelavbuyî ye. Ew ne tenê nexweşiyek e, li ser jiyan û tenduristiya jinê xeteryeke mezin e. Ji ber vê yekê, têgihîştina vê nexweşiyê û hişyarkirina nîşanên wê û rêyên pêşîlêgirtina wê ji bo her jinek û ji bo civakê bi tevahî pêwîstyeke mezine . cudabûna penceşêra pêsîrê ku di şaneyên girêkî ên sîngê de mezin dibe,, û dibe ku ew zû li beşên din ên laş belav bibe ger ku zû neyê naskirin û dermankirina bilez neyê peyda kirin.
Ji vê helwêstê û ji giringîya tenduristiya jinan, Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd her tim di meha pembehî cotmehê de kampanyayên berfireh ên hişyarkirina nexweşiyê li dar dixe, li ser hişyarî û naskirina zû ya penceşêra pêsîrê.ku Sernavê îsal “Serlêdana zû .. gavek bi hezar gavî ye ” û di kampanyayê de dewreyên hişyarkirina jinan, belavkirina broşuran û dalqandina fîlêksên hişyarkirinê û naskirina Navenda Mamograf ya Heyva Sor a Kurd pêk tên.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
info.krc@hskurd.org
hr.hskurd@hskurd.org
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
