Werin em alîkariya xelkê xwe yê li Siwêdayê yê bikın


Ji ber şert û mercên dijwar ên ku herêma Swêdayê rastî wan tê û bandorên wan li ser jiyana rojane ya niştecihan, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye.
Ji bo bersiva vê rastiya bi êş, Heyva Sor a Kurd deriyê bexşan vedike bi rêya alîkariya darayî, wekî pirek ji bo gihandina alîkariya lezgîn ji bo kesên ku herî zêde hewcedar in.
kesên ku dixwazin alîkar bibin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Ji bo kesên ku li derveyî Sûriyeyê dijîn, hûn dikarin piştgiriya xwe bi rêya van hesabên taybet ên kampanyayê bidin:
Ji kerema xwe, li qada armanca şandina pereyê navê Sweida binivîsin.


Heyva Sor a Kurdistane e. V.
Bank: Kreissparkasse Köln
IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Paypal: https://www.paypal.com/donate/…
Paypal: heyvasorakurdistan@gmail.com

Însiyatîfeke însanî ji bo alîkariya gelê me yê li perava Sûriyeyê

 

Ji ber bûyerên bi êş li berava Sûriyê û xirabûna rewşa mirovî li wir ji ber kêmbûna bersivdayina alîkariya mirovî , me Heyva Sor a Kurd bi insiyatîfa civaka sivîl li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û bi hevrêzkirina bi dezgehên pêwendîdar re, dest bi amadekariya karwaneke alîkariyên mirovî kir ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi berava Suriyê ve di zûtirîn dem de bighêje.
Em spasiya hemû saziyên sivîl , depo û kompaniyan dikin li ser alîkarî û insiyatîfê û bi hêviya aşîtiyê ji gelê me yên li beravê û hemû Suriyê re dixwazin.