Piştgiriya berdewam ji bo zarokên koçber li Qamîşlo..

Heyva Sor a Kurd berdewam dike di piştgiriya xwe ya mirovahî de ji bo malbatên koçber li bajarê Qamişlo, ku tîmên me hatin belavkirina pampersê û şîrê zarokan, da ku bersiva hewcedariyên bingehîn ên zarokan bidin û kêşeya malbatan sivik bikin.
Ev çalakî bi piştgirîya Heyva Sor a Kurdistanê hatî kirin, di çarçoveya hewldanên hevbeş de ji bo kêmkirina giraniya li ser malbatên koçber û zêdekirina ruhê hevkariyê di van şertên dijwar de.

Panorama xebata Heyva Sor a Kurd di sala 2023an de

Dı sala borî de ku herêm dı nav şert û mercên dijwar de derbas bû, Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û îmkanên xwe ve bi dilsozî xizmetên xwe bêşkêşî civakê dıkır.
Heyva Sor a Kurd di sala 2023’an de gelek xizmetên mirovî û tenduristiyê pêşkêşî (1,215,216)
jı mirovên herêmê kir.
Di nav van xizmetguzariyan de peydakirina lênihêrîna tenduristî, alîkariya yekem, xızmetên protez, perwerdehiya tenduristiyê, parastin, piştevaniya derûnî û baştirkirina av û paqijiyê hebûn.
Hıjmara wan kesên ku ji wan xizmetên bê sînor sûd wergırtın bı vî rengîne:
(816644 )sûdmend ji xizmetên tendurstî
(3522) sûdmend ji xizmetên navenda pirotêza bi hemû beşên xwe
(816644) sûdmend ji xizmetên perwerdekirina tendurstî
(5130) sûdmend ji xizmetên pirograma parastin
(9372) sûdmend ji xizmetên pirograma piştgirya Derûnî
(10000) sûdmend ji xizmetên pirograma av û psaqijî /WASH/